CHP: Pirsa Kurdî ji bo hemî pirsgirêkan asteng e

dema hilbijartinan nêz bûye û pirs Kurdî hatiye bîra wan
کوردستان TV
100%

Alîkarê Serokê Giştî yê berê û wekîlê Stenbolê yê CHPê Gûrsel Tekin got ku heta em pirsa Kurdî çareser nekin, em nikarin li Tirkiyê ti pirsgirêkan çareser bikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê berê û wekîlê Stenbolê yê CHPê Gûrsel Tekin ji çapemeniya Kurdî re axivî û daxuyaniyên pir girîng dan: Berî niha bi salekê ji bo ku Newroz bibe betlaneya fermî, me teklîf dabû meclîsê.

Tekin wiha berdewam kir: Li Tirkiyê pirsgirêka huqûq, heq, ‘edalet, rêvbiriyên herêmî û hineke dî jî hene. Li belê “Pirsgirêka Kurdî” li pêşiya van hemî pirsgirêkan bûye asteng. Heta ku “Pirsgirêka Kurdî” neyê çareserkirin, em nikarin tiştekî çareser bikin.

Li ser zimanê Kurdî jî Tekin wiha got: Zimanê mader wekî şîrê dayîkê helal e. Em vî mafî nakine mijara nîqaşê jî.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.