Artêşa Tirk careke din herêma Xakûrkê bordûman kir

hîn jî ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine belavkirin
کوردستان TV
100%

Balafirên şer ên artêşa tirk careke din herêma Xakûrkê bordûman kirin. Artêşa tirk daxuyaniyek belav kir û îdîa kir ku gelek hedef hatine jinavbirin.

Artêşa tirk îro daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku herêma Xakûrkê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê hatiye bordûmankirin.

Artêşa tirk ev heyameke herêmên Qendîl, Biradost Heftenîn, Gare, Metîna, Avaşîn-Basyan, Zap, Xakûrk, Kanîreş, Sîdekan û Amedî bordûman dike û heta niha di wan êrişan de 7 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.