Şanda PDKê pîrozbayî li Patrîk kir.
Îro şanda partiya demokrata Kurdistanê ya bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî li Bexdayê serdana Patrîk Mar Louis Rofaêl Sako kir.
Şanda PDKê di serdana xwe de jiber taze destbikar kirina Patrîkê pîrozbayî li vî kirin û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Li hember de jî Patrîk spasiya şanda PDKê kir û hêvî xwest Kurd yekdeng be daku bikarêbe roleke girîg di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de bilîze.
Weke tê zanîn ew çend roje şanda PDKê bi mebesta civîn û hevdîtinan li gel part û aliyên siyasî yên Îraqê li Bexdayê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin