Fransa: Sîyaseta Amerîka ya dijî Îranê dibe sedema gumana şerê

Fransa huşdarî dide civaka cîhanî
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian ser sîyaseta Amerîka dîyar kir ku metirsiyeke mezin çêdike.

Le Drian ji bernameyeke radyo re da zanîn ku helwesta Amerîka alozîya herêmê zêdetir dike û toleyên dijî Îranê rê li ber dîyalogê dibire.

Ser pirsa ‘’Gumana cengê heye?’’, Le Drian da zanîn toleyên dijî Îranê dê konservatîfên Îranê xurt bike û jiber vê jî gumana cengê çêdibe.

Serokê Amerîka Donald Trump di 8’ê Gulanê de vekişîna ji peymana navokî ya bi Îranê re ragihandibû.

Trump dixwaze ku bi Îranê peymaneke nû ya berfireh were îmza kirin. Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompoeo dabû zanîn ku ewê dijî Îranê toleyên herî giran ragihînin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.