Komîsyona hilbijartinan daxuyaniyek weşand.
Îro komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê derbarê amadekariyên hilbijartinên meha Îlonê yên li Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Komîsyon di daxuyaniya han de dema navnivîsînê bo berbijêr û aliyên siyasî diyar kiriye.
Li gor daxuyaniya komîsyonê ji roja 27ê meha Gulanê navnivîsadina aliyên siyasî destpê dike û heta 7ê meha Hezîranê didome.
Herwiha ji roja 18ê meha Hezîranê navnivîsîna hevpeymaniyan destpê dike û heta 20 heman mehê berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin