HDPyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan deklarasyonek aşkere kir

HDPê jî xwe bo hilbijartinan amade kiriye
کوردستان TV
100%

Di deklarasyonê de xalên weke anayasa demokratîk, bidawîanîna li Rewşa Awarteyê, perwerdeya bi zimanê dayikê, tehliyekirina girtiyên nexweş, rakirina cerdevanê û avakirina Komisyonên Heqîqetê heye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) deklarasyona xwe ya derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdan de bi raya giştî re par ve kir.

Ji bo aşkerekirina deklarasyonê li Amedê civîneke çapemeniyê hat çêkirin û tirkiya deklarasyonê Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê û kurdiya wê jî Feleknas Ûca parlamentera HDPyê xwend.

Di deklarasyonê de hatiye diyarkirin ku HDP ji bo pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe amadeye berpirsiyariyê bigre ser milê xwe.

Di deklarasyonê de xalên weke anayasa demokratîk, bidawîanîna li Rewşa Awarteyê, perwerdeya bi zimanê dayikê, tehliyekirina girtiyên nexweş, rakirina cerdevanê û avakirina Komisyonên Heqîqetê heye.

“Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke statuyê ye”

 Xalên ku di deklarasyonê de derketine pêş ev in:

* Ji dîrokê û heta roja îro pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke statuyî ye. Daxwaza Kurdan a ji bo statuyê, ne parçekirin e; ji bo aştiya civakî û jiyana hevpar hewce ye. Ya ku tê daxwazkirin ew e ku, di bin banê dewleta unîter de Kurd mekanîzmayên xwe yên biryarê pêk bînin. Daxwaza ji bo rêveberiya xwecihî, daxwaza sereke ye ku dê pirsgirêkê çareser bike. Ev model li gelek deverên cîhanê tê meşandin û modeleke demokratîk e ku rê li ber navendîbûn û tekbûyînê digire. Şerta Xweseriyê ya Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê jî ji bo pêdiviyeke wisa derketiye holê. Di sala 1988’ê de Tirkiyeyê ev şert îmze kiribû û pişt re îmzeya xwe ji pişt çend xalan kişandibû. Em wekî parti wî şertê 1988ê diparêzin. Ev rewş bi awayekî zelal û aşkere di bernameya HDPyê cih digire.

Destûra Bingehîn a Demokratîk

* Dê di serdema HDPyê de qanûna bingehîn a li ser esasên pirzimanî, pirbawerî, welatîbûyînê ku dê laîkbûna azadîxwaz, pirdengî û cudabûna hêzan di navenda wê de cih bigirin, tevî hemû komên civakiyî bê amadekirin.

* Wê bi HDPyê re hemû azadî û mafên wekî azadiya fikr û raman, rêxistinbûyînê, azadiya ol û wijdanê, mafê heqîqetê, mafê avakirina sendîqayê, mafê grev û peymana giştî, mafê reda wijdanî, mafê nasnameya çandî, mafê bikaranîna zimanê zikmakî, mafê perwerdehiyê, mafê darizandina adîl û mafê zarokan di Qanûna Bingehîn a demokratîk de bên mîsgorekirin.

Rewşa Awarte

* Wê dawî li Rewşa Awarte bê û dê hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin bi lez vegerin ser karê xwe. Dê rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê yên li herêmê bi zimanê zikmakî weşana xwe dikirin û bi Rewşa Awarte û KHK’yan hatin girtin, ji nû ve bên vekirin û malên wan bên îadekirin.

Daraz

* Di darazê de ligel darizandineke wekhev û adil; dê şert û mercên darazê ku ji bo bi zimanê zikmakî xizmeta herkesî bike bên peydakirin. Wê êdî di dadgehan de pere ji kesên ku tên darizandin neye standin.

* Dê girtiyên nexweş bil ezgînî bên berdan. Ji bo girtî li derve bên tedawîkirin, derfet wê bên çêkirin.

* Wê rojnamevan, jin, siyasetmedar û xwendekarên ku bê sebeb di girtîgehan de ne bi sererastkirinên adilane bigihên azadiya xwe.

* Wê di serî de dawî li pêkanînên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê ku Abdullah Ocalan tê de ye û hemû girtîgehên din bê û wê erka “binpêkirina înfazê” ya di dest îdareyên girtîgehan de ji holê bêrakirin.

Qebûlkirina heqîqetê

* Civakên ku bi paşeroja xwe re rûbirû nebûne, roja îro fêm nekin û pêşeroja xwe ava nekin. Ji bo aştiyê jî yek ji şertên jiyanê, hevrûbûyîna bi paşeroj û lêgerîna ji bo heqîqetê ye.

* Ji bo li ser navê dewletê ji ber qirkirin û komkujiyên ku di dîrokê de li ser Kurdan û gel û baweriyên din pêk hatin lêborîn bê xwestin, dê xebat bên kirin.

* Ji bo lêkolînkirina qirkirin, koçberkirin, komkujî, înfaz, windahî û pêkanînên bi vî rengî bên lêkolînkirin û heqîqet derkevin holê, dê “Komîsyonên Heqîqetê” bên avakirin.

* Koçberiya bi darê zorê û ji neçarî, zirara herî mezin e ku li ser civakekê pêk tê. Tesîra vê zirarê ya di warê civakî, aborî û siyasî de bi sedan sal didome.

Biryara qedexeyê ya derketina derve

* Mal û milkên ku ji ber koçberiya bi darê zorê yên heta niha hatine kirin û ji aliyê dewlet an jî cerdevanan hatine desteserkirin, dê îadeyî xwediyên wan bên kirin. Dê zirara hemû kesên ku ji ber dorpêçkirin û koçberiya ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên di sala 2015an de pêk hatin de bê dayîn û bajarên hatin xirakirin dê wekî berê bên çêkirin.

Mayîn, cerdevanî û vegera li gundan

* Wê mayîn û bermayiyên şerî bên paqijkirin û ji bo li zeviyên mayînkirî çandinî pêk bê wê xebat bê kirin. Dê dawî li bendavên sînorî û projeyên HESê bên. Dê vegera ji bajaran a ber bi gundan ve bê teşwîqkirin û piştgirî ji kesên vegeriyan re bê dayîn.

* Wê pergala cerdevantiyê bê rakirin û wê cerdevanên ku tevli sûcan bûne  bên darizandin. Wê zirarên ku cerdevanan kirine bên dayîn. Cerdevanên ku daxilî tu sûcî nebûne jî, dê di çarçoveya bernameyên ji bo fayda civakê bên îstihdamkirin.

Zimanê dayikê

* Daxwazên Kurdan ên ji bo ziman, çand û nasnameyê, di çarçoveya mafên gelan de mafên rewa ne.

* Zimanê zikmakî, şerta sereke ya qebûlkirin û pêkanîna nasname û çandê ye. Partiya me, ji bilî zimanê fermî yê welat, di qada fermî û sivîl de perwerdehiya pirzimanî, jiyana pirzimanî û xizmeta fermî ya pirzimanî esas digire. Dê di hemû qademeyên perwerdehiyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe.

* Dê hemû polîtîkayên li hemberî zimanê zikmakî bên betalkirin, ji îadekirina navên deveran bigre heta navên orîjînal ên pênaseyên cografik û hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin.

* Navê Kurdistanê heqîqeteke dîrokiyî ye û ji bo pênasekirina erdnîgariyê jî tê bikaranîn. Berê ev rastî dihat bilêvkirin, lê belê îktîdara AKP-MHPyê vê rastiyê dîsa qedexe dike. Yek ji armanca me jî têkoşîna li hemberî qedexekirina vê rastiyê ye. HDP, li gorî rastiya Kurdistanê di çarçoveya welatê hevpar û qanûna bingehîn a demokratîk de, ji bo ev heqîqet di warê statuya qanûnî de bê qebûlkirin têdikoşe.

* Feraseta faşîst ku di salên 1990î de kasetên Kurdî qedexe dikir hîn jî di bîra mirovan de ye. Lê belê, li herêmê êrîşên qeyûman ên li hemberî Kurdî, nîşan dide ku heman feraset didome. Dê navên Kurdî yên ku qeyûman ew guherandine bên îadekirin û dê tabelayên rêyan ên hatine rakirin li cihên wan ên berê bên bicihkirin.

* Partiya me, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya pirzimanî de pirçandîtiyê jî diparêze û ji bo her çand xwe pêşve bibe mekanîzmayên hewcedar diafirîne. Li hemberî polîtîkayên cihêkar, tekparêz û înkarê radiweste û bi têkoşînê xeta xwe diyar dike.

Yekîtiya Netewî ya Kurdan

* Li Rojhilata Navîn, dewlet û hêzên statukoparêz, bi awayekî dijwar êrîşî gelê Kurd û destketiyên wan dikin. Loma pêkanîna yekîtiya netewî ya kurdan pirsgirêka me ya herî bi lez û bez e. HDP, ji hêlekê ve wekî îtifaqa hêzên demokrasî û azadiyê pêş ve diçe, li hêla din jî li hemberî ferasetên asîmleker, zextkar û tekparêz di warê siyasî de yekîtiya Kurdan diparêze. Yekîtiya Netewî ya Kurd, li herêmê ji bo bihevrebûna demokratîk jî pêwîstiyek jiyanî ye. Partiya me, ji bo ku destkeftiyên gelê kurd bên parastin, ji bo pêşî li siyaseta tunekirinê bê girtin, yekîtiya netewî ya Kurd diparêze û her wiha ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bibin hevpar jî hewl dide û çi dikeve ser milên wê dike.

* HDP wisa bawer dike ku pêvajoya şer encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û baweriya wê ew e ku çareserkirina pirsgirêkê bi muzakereyên bi muxatabên rast pêkan e. Di navbera salên 2013-2015an di dema pêvajoya diyalogê de Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan îspat kir ku ew aktorekî bi hêz ê çareseriyê ye. Ji bo xwîn neherike divê hevdîtinên di nivî de mane dîsa dest pê bikin û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

* Ji tecrube û azmûnên cîhanê jî diyar e ku, pêvajoyên şer tenê bi diyalog û muzakereyan çareser dibin. HDP di pêvajoya diyalogê de cihekî aktif girt û lewre xwedî tecrube ye.

* Alî û muxatabên pirsgirêkê diyar in. Ev pirsgirêk bes bi vîna muxatabên wê dikare çareser bibe. Lêgerîna li muxatabên nû, israrkirina di polîtîkaya neçareserkinê de ye. Di çareserkirina pirsgirêkê de hêzên pev diçin alîgirên meseleyê yên xwezayî ne.

* Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Her wiha di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab Ocalan qebûl kiribû û peyamên dihatin hemû bi awayekî cidî esas dihatin girtin û nirxandin.

* Bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û ji aliyê AKPyê ve qulipandina maseyê, ne ji ber ku civak li dijî vê yekê bû, sedem ew e ku ne li gor bendewariyên îktîdarê bû. Partiya me, ji bo ji nû ve ev pêvajoya bû qurbana hesabên siyasî, bi daxilbûna hemû dînamîkên civakê bê destpêkirin; her tim destnîşan dike ku divê tecrîda giran a ne exlaqî û zemîneke wê ya hiqûqî tune ye li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bê rakirin.

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.