Fazil Mîranî dibêje me li ser çend xalan giftûgo kir.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro şanda PDKê ya bi Serokatiya Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî li gel çend aliyên siyasî civiya.
Yekem civîn li gel Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir bû û piştî vê civînê jî şanda PDKê li gel her yek ji Nûrî Malikî, Amer Hekîm û Hadî Amerî civiya.
Di civîna şanda PDKê û Nûrî Malikî de, her du aliyan li ser çend xalên girîng weke karnameya siyasî ya part û aliyên siyasî yên Îraqê û herwiha rewşa her sê Serokatiyên Îraqê hate nirxandin û her du alî nêrînên xwe yên di wan mijaran de anîn ziman.
Piştî civînê li gel Nûrî Malikî, presskonferanseke hevbeş hate goranîzekirin û Malikî di presskonferasê de diyar kir ku me îro pêşwaziya şanda PDKê kir û me di civînê de li ser encamên hilbijartinên Îraqê û rewşa siyasî ya Îraqê a piştî hilbijartinan giftûgo kir.
Her di heman presskonferansê de Fazil Mîranî jî diyar kir ku civîna wan li gel Malikî erênî bûye û bihev re li ser çend xalên hevbeş li hev kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin