Amerîka toleyên nû li dijî Venezuela radigihîne

Amerîka gelek ji Maduro acize
کوردستان TV
100%

piştî ku Serokê Venezuela Nicolas Maduro careke din hate hilbijartin.Amerîka roja duşemê toleyên nû yên aborî li dijî Venezuela ragihand,

Amerîka nerazîbûna xwe li ser jinûve hilbijartina Maduro zelal kir û hilbijartin wek “derewîn û nê meşru” bi nav kir.

Serokê Amerîka Donald Trump fermaneke qanûndêr (executive order) îmza kir û hemî kirîn, firotna neftê bi Venezuela, ku yek jî welatên serekî ya firotina neftê ye, qedexe kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî jinûve hilbijartina Maduro wek êrîşeke ser nîzama destûrî û biçûkxistina demokrasîya Venezuela bi nav kir.

“Heta ku Maduro bi rêka hilbijartinên azad, rêwa û şefaf, Venezuela careke din tîne ser rêbaza demokrasî, ew welat dê di nav civata navnetewî de tenê bimîne.”

Pompeo dîyar kir ku Amerîka, ligel dewletên din yên demokrasîxwaz, piştgirîya gelê Venezuela dike û hemî gavên pêdivî davêje ku demokrasî careke din li wî welatî bi cîh bibe.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.