Komîsyona dest bi amadekariya hilbijartinan dike

hilbijartin di meha îlonê de tên kirin
کوردستان TV
100%

Berdevkê komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê aşkera kir, ji îro û pê de amadekariyên helbijartinên 30.09.2018ê destpê dike û tenê daxwaza pêkanîna helbijartina parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin.

Berdevkê komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê Şerwan Zirar bi civîneke çapemeniyê ragehand: ‘’Ji îro û pê de amadekarî bo helbijartinên 30ê Îlonê 2018ê destpê dike. Berê me karê pir baş di tomara dengdêran de kiriye û piştre dê hemû hûrgilî bên ragehandin ku kêmasî di kûderê de ye û çawa dê bên çareser kirin.’’

Herwaha got, îro encûmena komîsyaran civiya û got: Me berê wek Iraqê hemû amûrên sandoqa zîrek pejirandibû, lê li ser daxwaza guhertinê pir asayiye emê pêdeçûnê li ser bikin.

Berdevkê komîsyonê got, daxwaznameya pênc aliyên siyasî geheştiye berdestê wan û daxwaz hatiye kirin ku tomara dengdêran bê paqij kirin, herwaha sandoqên zîrek ên elektronîk neyên bikaranîn, pirs li wan kirina rêkarên helbijartinê, pêkanîna karên komîsyonê bi şefafî û daxwaza pêkanîna civîneke hevbeş di navbera wan û komîsyonê de hatine daxwaz kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.