Ciwanekî Efrînî bi îşkencê hate kuştin

li girtîgeha Tirkiyeyê bi eşkenceyê hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Ciwanê bi navê Hemze Şeîban Îbrahîm di 19ê Gulanê de di girtîgeheke Tirkiyê de li bajarê Kilîsê bi îşkencê hate kuştin.

Li gorî agahiyan Îbrahîm 26 salî bû û ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê bû. Berî niha bi du mehan bi sûcdarkirina endamtiya YPGê hatibû girtin.

Heta niha jî hê laşê Hemze Şeîban Îbrahîm nehatiye teslîmkirin.

Tê îddakirin ku gelek mirovên Rojavayî di girtîgehên Tirkiyê de ne û ti kes jî hijmara wan nizane. Li gorî çavkaniyên ne fermî, 2500 kesên Efrînî ji aliyê Tirkiyê ve hatine girtin. Berî niha bi hefteyekê 250 kes hatibûn berdan.

Peyamakurd

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.