Maduro di hilbijartinên Venezuela de careke din hilbijartin

opozîsyon bi giştî boykota hilbijartinan kiribû
کوردستان TV
100%

Serokê Venezuela Nicolas Maduro, di hilbijartinan de cara duduyan bi ser ket.

Jiber ku rikeberiya Venezuela hilbijiartin boykot kir, rêjeya beşdarbûnê nizm bû.

Li gor nûçeyeke dengê Amerîkayê, Serokê Civata Hilbjartina Neteweyî Tibisay Lucena da zanîn ku zêdetirê 90 ji sedê dengan hatine hêjmartin û Maduro bi 67,7 ji sedê, ku 5,800,000 deng in, jinûve hatiye hilbijartin.

Li gor agahiyên pêşiyê yên hilbijartinê, rêjeya beşdarbûna hilbijartinê 46 ji sedê ye.

Yek ji rêberên rikeberiyê Henri Falcon, 21,2 ji sedê dengan, ku 1,800,000 deng in, sitand.

Falcon, piştî sindoq hatin girtin diyar kir ku jiber ku di hilbijartinê dek û dolab hene, ewê encamê nepejirîne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.