Aajansa SANA ya Sûriyê ya fermî ragehand ku, teqînek li nava baregaha leşkerî a li bajarê Hamayê pêk hat, lê heta niha sedema wê nehatiye zanîn.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, zincîreke teqînan li nava komgehên çek û sotemeniyê yên firokxaneya leşkerî ya Hemayê rû dan.
Rewangehê amaje bi wê kir, ta niha nehatiye zanîn ku sedema wan teqînan çi be, lê dûmanên reş ji firokxaneyê derdiveke, bê ku ti zanyariyên din belav bike.
Berî niha jî firokeyên Îsraîlî hejmarek ji binkeyên leşkerî yên Sûriyê bombebaran kiribûn, Îsraîlê jî digot, ew navendên Îranê yên li nava xaka Sûriyê armanc digire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin