BasNews-Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs daxwaza ji Komîsyona Bilinda Serixwe a Helbijartinên Iraqê kir ku lêkolînê derbarê hemû giliyên taybet bi proseya helbijartinan bike.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubîs daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde diyar kir ku pêwîste komisyon bi zûtirîn dem lêkolînê li ser hmû giliyên li ser encamên helbijartinan de hatine tomarkirin bike û Neteweyên Yekbûyî ji bo vê yekê amade ye hemû alîkariyê bike
Herwiha Jan Kubîs da zanîn ku, Ji bo parastina aştî û aramiyê wî bajarî divê hemû pirsgirêkên helbijartinê di çarçoveya yasayê de werin çareserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin