Nivîskarê Giulio Meotti di nivîseke xwe de îdîa kir ku dewletên rojavayî di sê salên dawî de sê caran xiyanet li kurdan kir ku Kobanî ya yekem bû, paşê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû û herî dawî jî, Efrîn bû ku li himberî operasyona Tirkiyeyê bêdeng ma.
Peymangeha Gatestoneê nivîseke Giulio Meottiyî weşand ku nivîskar tê de behsa têkiliya kurdan û dewletên rojavayî dike û dibêje ku dewletên rojavayî di sê salên dawî de sê caran xiyanet li kurdan kir.
Meottiyî di destpêka nivîsa xwe de çar xalan li ser mijarê dinivîse ku ew jî wiha ne: Medyaya dewletên rojavayî çarenûs/rewşa kurdan piştguh kir ku ew gel bû yê ku ji dêvla wan DAIŞ têk bir.
Wezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di Twitterê de got: Mafê Tirkiyeyê heye ku sînorên xwe biparêzin. Dewletê rojavayî destûr da tirkan ku kurdan serjê kin.
Me bê sebeb kurd firotin eynê wek me çawa çekî sala 1938an firotin. Rojavayiyan di sê salên dawî de sê caran xiyanet li kurdan kir. Hevalbendên me yên îdeal bûn. Deriyên bajarên xwe yên wek Hewlêrê li himberî bi deh hezarên xiristiyanên Iraqê vekirin ku DAIŞê ew ji Mûsilê qewirandibûn. Îro Herêma Kurdistanê ya Li Iraqê li gel Îsranê tekane herêma Rojhilata Navîn e ku xiristiyan bi azadî ola xwe pêk tînin.
Ev rewşa Sendroma Munîxê ye ku li cem dewletên rojavayî derdikeve. Kurd, eger em ferz bikin ku mafê wan tine dewleteke wan hebe jî, hêja ne ku em wan biparêzin. Nexasim piştî ku wan alîkariya me kir ji bo wan kesên zarokên me li Parîsê serjê kirin ji nav bibin.
Meotti di nivîsa xwe behsa operasyona Tirkiyeyê li Efrînê dike û vîdeoya şervana YPJê Barîn Kobanî bi bîr tîne û diyar dike ku ew komên ev tişt kirin, di bin fermana Tirkiyeyê de bûn ku ew jî endameke NATOyê ye û wiha dibêje: Gotineke kevnar li nik kurdan heye: "Ji bilî çiyayan dost tine ne" lê çiyayên Efrînê nekarî wan ji balafirên şerî yên Tirkiyeyê û milîsên tundrew ên îslamî yên hevpeymanên desthilata Enqereyê, biparêzin."
Nivîskar diyar dike ku medyaya dewletên rojavayî çarenûsa kurdan piştguh kir ku wî gelî ji dêva wan ve DAIŞ têk biribû.
Herwiha Meotti dibêje ku piraniya serokên welatên rojavayî bêdeng man li himberî wan tiştên ku tên serê kurdan û dibêje ku hinek hebûn piştgirî dabû Tirkiyeyê ku Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson li ser Twittera xwe gotibû ku mafê Tirkiyeyê heye, ewlehiya sînorên xwe biparêze.
Li gorî nivîskar, ev helwestên dewletên rojavayî tên wê wateyê ku wan "roniya kesk ji Tirkiyeyê re vêxistibû da ku kurdan serjê bike."
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa Mayê berî du rojan di civîna rojnamevaniyê ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de gotibû ku welatê 'hevalekî rast' yê Tirkiyeyê bûye û têgeha "terorîzma kurdî" bi kar anîbû.
Li ser vê daxuyaniya Mayê, Parlamenterê HDPê yê Izmirê Ertugrul Kurkçu û Neville Chamberlainî bi bîr anîbû. Meotti jî di nivîsa xwe de heman kesî bi bîr tîne bê çawa helwesta a Brîtanyayê ya niha û ya wê çaxê helwestan dişibin hev.
Li gorî nivîskarî, çawa Brîtanyayê dest ji Çekyayê berda, dewletên rojavayî jî du sê salên dawî de sê caran xiyanet li kurdan kir û wiha dewam dike: Ya yekem li Kobaniyê bû. Ew bajarê kurdî yê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê û dorpêçkirî ku xelkê wê şer kir. Wî şerî derxist holê bê dewletên rojavayî di şerê li dîjî tevgerên cîhadîst ên tundrew de bêhêz in."
Meotti dibêje ku dewletên rojavayî, piştî Kobaniyê careke din dest ji kurdan berda gava ku wan referandûma xwe bi rê ve bir da ku serxwebûna xwe ji Iraqê bistînin.
Di berdewamiya de nivîskar dîsa Efrînê bi bîr tîne û dibêje: Dewletên rojavayî niha li Efrînê xiyanetê li kurdan dike ku bi gelek kêmneteweyan xwe spartibû wê herêmê."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin