Îro her pênc partiyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) û Tevgera Azadiyê di kongrekî rojnamevanî de ragihandin, ku wan û HDPê ji bo hevpeymaniya hilbjartinên 24ê Hizîranê li hev nekirine.
Wan Partiyên Kurdistanî diyar kirin, ku piştî danûstandinên dûr û dirêj li gel HDPê û piştî bi hev re gihiştibûn xalên rêkeftinê û prensîbên hevbeş, daxuyaniya hilbijartinan ya hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hat belav kirin û tiştek ji wan xalên rêkeftinê û prensîbên hevbeş ên ku îtifaq li ser wan hatibû kirin, di wê daxuyaniya Demîrtaş de nebû.
Biryare di 24ê meha dahatî de, hilbijartinên pêşwext yên Parlemanto û Serokatiya Tirkiyê bên encamdan, ji bo wê jî, wan partiyên Kurdistanî ji bo yekîtiya mala Kurdî û dengê Kurdan di wan hilbijartinan de ew bizav kirin, lê bê encam man.
Ji aliyê xwe ve, HDP dixwaze bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê bibe û hevserokê xwe yê berê Selahedîn Demîrtaş, ji bo postê serokkomartiyê wek namzed nîşan daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin