Amerîka hêvî dike têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
Îro Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê Breet McGurk kir.
Di civînê de Breet McGurk jiber serkeftina PDKê di prosesa hilbijartinên parlementoya Îraqê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî PDK, gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir.
McGurk di berdewamiya axaftinên xwe de behsa girîngiya rol û pêgeha Serok Barzanî kir û ragihand ku siyaseta Amerîkayê ewe ku lazime Kurdistan di nava hevsengiyên Îraqê de bihêztir be û hêvî xwest ku tikiliyên navbera Kurdistan Amerîkayê di her warekî de berdewam û berfiretir bibin.
Di berdewamiya heman civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê, encamên hilbijartinaên Îraqê û rola Kurdistanê di berqerar kirina aramiya siyasî ya li deverê de hate kirin.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin