Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî di danişîna ewil de derket pêşberî dadger û nehat berdan. Guven bi cezayê hepsê yê 46 sal û nîv tê darizandin.
Danişîna ewil a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyle Guven a ku bi 46 sal û nîv cezayê hepsê tê darizandin hat dîtin. Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derket pêş berî dadger û parastina xwe kir. Dadger berdewama girtina Guven da. Guven ev 4 meh in girtî ye û danişîna dozê taloqî 11’ê tîrmehê hat kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin