Hikûmeta Îsraîlê kirîna berhemên çandiniyê ji Tirkiyê da sekinandin. Tirkiye jî dibêje, ne xema me ye.
Aloziyên siyasî yên navbera Tirkiye û Îsraîlê, ku ji ber kuştina Filistîniyan ji aliyê hêzên Îsraîlî ve derketiye, derbasî warê aborî jî bû.
Wezîrê Çandiniyê yê Îsraîlê Uri Ariel li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihand ku kirîna berhemên çandiniyê ji Tirkiyê daye sekinandin.
Uri Ariel her wiha got, em nikarin piştevaniya welatê ku li hember Îsralîlê durûtiyê dike, bikin. Ew hem terorîstên mîna Hemas fînanse dikin hem jî dersa exlaq didin me.
Li ser vê mijarê, Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyê Ahmet Eşref Fakibaba daxuyaniyek da û ragihand, qet ne xema Tirkiyê ye ku welatekî biçûk mîna Îsraîl berhemên çandiniyê jê nekirre.
Fakibaba her wiha got, em her sal bi qasî 17 milyar dolar berhemên çandiniyê difroşin, ji wê rêjeyê tenê 270 milyon dolar ber para Îsraîl dikeve. Ji ber wê jî qet ne xema me ye. Lê xozî me hinartin daba sekinandin ne wan!
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin