Haley: Berpirsa bûyerên li Xaza, Hamas e

dibêje eger hemas nebe ew tiştên han nabin
کوردستان TV
100%

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser bûyerên tundûtûjiyên li Xaza civiya.

Berî civîn destpê bike, nûnerên dewletan li CENY’ê ser Fîlîstîniyên hatine kuştin deqîqeyekê bo rêzgirtînê sekinîn.

Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di axaftina xwe ya li Civata Ewlekarî da zanîn ku ew bo kesên hatine kuştin xemgîn in û jiber bûyerên li Rojhilata Navîn ketine fikaran.

Haley da zanîn ku sedema bûyerên tundûtûjiyê yên li Xaza, ne vekirina balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê ye.

Haley got: Berpirsê bûyerên tundûtûjîyê yên li Orşelîmê, Hamas e. Hamas li Gaza li desthilatê ye û serî li tundûtûjiyê dide.

Haley da zanîn ku Îran piştgiriyê dide Hamasê û wan êrîşî hêzên ewlekariya Îsraîlê kirine.

Balyoza Amerîka da zanîn ku Îran piştgirîyê dide Hamasê û bêîstiqrariya herêmê zêdetir dike.

Haley da zanîn ku jiber Îranê, heman bêîstiqrarî li Sûriye û Yemenê jî heye.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.