Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa Mayê duh sêşemê di civîna rojnamevaniyê ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got ku welatê 'hevalekî rast' yê Tirkiyeyê bûye û têgeha "terorîzma kurdî" bi kar anî.
Li gorî nûçeya K24ê, Mayê gotiye: "Di parastina wê demokrasiyê de ya ku fişareke neasayî ji ber hewlda derbeya têkçûyî, bêîstiqrariya li seransera Sûriyeyê û terorîzma kurdî li ser heye, gelekî giring e ku Tirkiye wan nirxên ku hewl dide biparêze piştguh neke."
Parlamenterê HDPê yê Izmirê Ertugrul Kurkçu li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiv da Mayê û got, "'terorîzma kurdî' oksîmoronek e(peyveke du wateyên dijber dihewîne) ku armanc kiriye, Erdoganî ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên mezin ên li Tirkiyeyê haş bike: Lê emperyalîzma Troyê wiha dixebite: Heta kar bi rê ve biçe, faşîzmê haş dike, li ser rêya Neville Chamberlainî ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin