Parêzerên berbijarê Serokkomarîyê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş bo berdana wî serî li dadgehê dan.
Demîrtaş bi dosyeya li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê hatiye girtin û ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.
Demîrtaş, ku berê hevserokê HDP’ê bû, tevî 10 parlamenterên din yên wê partiyê bi ‘’endamtîya rêxistina terorî’’ û bi ‘’kirina tawanan li ser navê rêxistinê’’ hatibû desteser kirin û piştre hatibû girtin.
Dijî Demîrtaş 33 doz hatine vekirin û bo wî bi tawananên ‘’avakirina rêxistina terorî, rêvebirin û propagandaya wê, pesindana sûc û sûcdaran’’ heta 142 cezaya girtîgehê tê xwestin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin