Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) ser bûyerên tundûtûjîyê yên li Xaza, ku 55 Fîlîstînî hatin kuştin û 2000 kesên din jî birîndar bûn, bilez dicive.
Civata Ewlekarî, ser daxwaza Kuwaitê dê îro Sêşemê bi awayekî awarte bicive.
Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Hak di preskonferansa rojane de, diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Gutarres bang li her du aliyan dike ku girjîyê gurtir nekin.
Gutarres bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku jiber kuştina gelek Fîlîstînyan ew êdî li ser tetikan disekinin.
Gutarres bang li hêzên Îsraîlê û Hamasê kir ku girjîyê gurtir nekin û rawestînin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku bo çareserîya kêşeya Fîlîstîn – Îsraîlê divê Orşelîm bibe paytaxta du dewletan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin