Komîsyona hilbijartinan dibêje hilbijartin li Hewlêrê paqêjtirîn hilbijartine li Îraqê.
Îro berpirsê nivîsgeha komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê yê li Hewlêrê Qadir Ezîz diyar kir ku di prosesa hilbijartinên Îraqê de li navçe û deverên cuda cuda yên Îraqê de sextekarî hatiye kirin.
Qadir Ezîz herwiha diyar kir ku paqêjtirîn hilbijartin li Hewlêrê hatiye kirin û ti kêşe û arîşeyek di dema dengdanê de li Hewlêrê neqewmiye.
Ezîz herwiha ev gote gotin ku behsa vê yekê dikin qaşo li Hewlêrê sendoqên dengdanê hatine dizîn got: Tişteke wisa tuneye û ew tiştên ku tên gotin tenê propagendene û ti bingeheke wan ya rastî tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin