Fermandarên HSDê û amerîkî li hev civiyan

behsa şerê dijî DIŞI û cîhadiyan kiriye
کوردستان TV
100%

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel bi fermandarên hêzên koalîsyonê re di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DIŞIê de bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin pêk anîn.

Fermandarên amerîkî yên koalîsyona têkoşîna li dijî DIŞIê piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê cara ewil bi fermandarê HSDê re hevdîtin pêk anîn. Hate diyarkirin ku di civînê de operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DIŞIê ku di 1ê Gulanê de hat destpêkirin, hatiye axaftin. Herwiha wêneyên civînê jî li ser hesabên koalîsyonê hatin weşandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hemû herêmên li rojhilatê Firatê ya li çoltera Dêra Zorê yên di bin kontrola rêxistina terorîst a DIŞIê de hatine dorpêçkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.