TRTê ji bo bangeşeya hilbijartinê hîç cih neda HDPê

tirkiye rê nade HDP bi rêya kenalên fermî propagende bike
کوردستان TV
100%

Televizyona dewletê ya Tirkiyeyê ku di hemû hilbijartinan de mafê bangeşe û axaftinê dide hemû partiyên beşdarên hilbijartinê cih neda HDPê.

Saziya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) bernameya hilbijartinan a derketina pêşberî gel di televizyona dewletê de eşkere kir.

Li gor RTUKê, tifaq AK Partî-MHP 37 saet û 40 deqeyan derdikeve pêşberî gel di TRTê de, IYI Partî 9.5 deqe, Partiya Saadetê û HDP jî hîç dernakevin ekranên TRTê.

Herwiha ji bo bangeşeya hilbijartinê di TRTê de, ji tifaqa Milet a CHPê re jî bi tevahî 3 saet û 13 deqe dem hatiye terxankirin.

Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê TRTê di navbera 17ê Nîsanê û 6ê Gulanê de jî hîç cih nedaye daxuyanî û bangeşeyên partiyên HDP û Saadetê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.