Dengên PDKê ji dengên lîsteya Ebadî jî zêdetire.
Îro komîsyona hilbijartinên Îraqê hin amarên dengên part û aliyên siyasî yên li bajarê Mûsilê belav kir.
Her çend ev amarên han ne amarên fermî ne jî , lêbelê komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê dibêje partiya demokrata Kurdistanê li Mûsilê 163 hezar deng bidest xistiye ku ew jî dike 7 korsî û bi vê rengî PDK li bajarê Mûsilê bûye yekem û du korsî zêdetir ji lîsteya Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bidest xistiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin