Bi moşekan êrişî keştiya Tirk kirin

li yemenê ew êrîş pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Di keştiya tirk ya bi navê ‘Ince Inebolu' ku genim dibire Yemenê de teqîn pêk hat. Li gor daxuyaniya berdevkê koalîsyona Siûdî keştî rastî êrişa moşekî hatiye.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, keştiya tirk a bi navê ‘Ince Inebolu' ku genim dibire Yemenê li limana Salîfê ku di bin kontrola husiyan de ye rastî êrişa moşekî hat.

Piştî teqînê yekîneyên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wan dikin çûna hawara kaptanê keştiyê. Bi alîkariya keştiyên Siûdî keştiya tirk veguhestin limana Cîzanê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.