Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dengê xwe da

Nêçîrvan Barzanî hêvî dike hilbijartin bibe destpêka qonaxeke nû li Îraqê
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di demjimêra destpêkê de weke yekem berpirs li Herêma Kurdistanê, ji bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê dengê xwe da.

Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê di civîna çapemeniyê de diyar kir: “Ji bo gelê Kurdistanê û Iraqê rojeke giring û dîrokî ye, proseyeke demokrasiyê ye ku bi rêya sindoqên dengdanê nûnerên xwe destnîşan dikin. Ji bo me gelek giring e ku welatiyên me bi germî beşdarî bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsyareke derbarê pêkanîna hikûmeta dahatû de eşkere kir: “Ti aliyekî, bêyî hevpeymanî nikare hikûmetê pêk bîne. Ev mijar zelal e. Li gor me hikûmeta piranî di berjewendiya Iraqê de nîne, bi taybetî li gel pêkhateya Kurdî divê ev li ber çavan were girtin û li gor me ne wisa ye ku ew di berjewendiya Iraqê de ye eger biqewime.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Em hêvîdar in ev li Iraqê bibe destpêka qonaxeke nû. Ev qonax, qonaxa piştî DIŞIê ye û ji aliyê xizmetguzariyên hemû Iraqê tevî Herêma Kurdistanê ve divê giringî pê bidin. Bêyî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, em bawer nakin ku li Iraqê pêşveçûnek çêbibe.”

Li ser kêşeyên sîstema dengdanê ya elektîronîk Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ev sîstem nû ye û îhtimal e hêsan nebe, heta ku fêr bibin heta ku bi kar bînin. Li gor hemû pîvanan, em dibêjin ev sîstem baştir e û cara ewil e li Iraqê tê ceribandin. Me di dengdana taybet de dît ku gelekkes nekarîn deng bidin. Ez hêvî dikim, komîsyon ji bo ku pirsgirêk rêgirî li dengdana welatiyan nekin û mafên wan ên dengdanê ji dest neçe, bixebite.

Derbarê wergirtina postê Serokomariya Iraqê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Pisrgirêka me li Bexdayê post nîne, pirsgirêka gelê Kurdistanê ye, pirsgirêka maddeya 140 û dahat e, ev pirsgirêkên cidî ne û divê werin çareserkirin. Weke pêkhateyeke sereke ya Iraqê mafê me ye jî postekî me yê pilebilind hebe li Bexdayê ku yek ji wan serokomarî ye.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.