Sekreterê polîtburoya PDKê ragehand, ji ber rêveberên Iraqê biryara biryara Iraq rêveberinê ne di destê wan de ye, eger welatên din pêştir amadekariyek nekiribin pêkanîna hikûmeta Iraqê dê dereng pêkbê.
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî beşdarî proseya helbijartinê bû, ji çapemeniyê re ragehand, beşdariya Kurdistanê li gel Bexdayê giring e. herçend li helmeta helbijartinê de her kesek li gor xwe bangeşe dikir jî, lê divê li Bexda yekdeng bin. Û got: ‘’Çi tişta ji dest me bê, tenê bi yekdengiyê em dikarin bikin. Ê ku ji rêzên kurd derbikeve û bi tenê li gel Iraqê rêkbikeve sernakeve.’’
Fazil Mîranî got: ‘’Iraq li ser rêkeftinê pêkhatiye. Naha behsa piranîbûna siyasî dikin. Ev yek seqamgiriya siyasî li Iraqê nahêle. Em naha li benda encamên helbijartinê ne.’’
Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî got: ‘’Pirsgirêka Iraqê ew e ku biryara rêvebirina Iraqê ne di destê rêveberên Iraqê de ye. Biryara Iraqê di destê welatên mezin û welatên herêmî de ye. Eger wan berê mitbex amade kiribin, wê demê dibe ku zû hikûmet pêkbê. Eger nah dibe paşkeve. Di nav Partiya Dewa de du lîste hene, şîe jî dibêjin ji 2005ê ve hikûmeta Iraqê bidestê Partiya Dewa ve birêve diçe û şîe jî hemû ne Partiya Dewa ne. Ebadî û Malikî gotinên cuda dikin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin