Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de 211 jê mûwezef derheqê 300 kesî biryara binçavkirinê deranî.
Li gor zanyariyên berdest, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna sûcên rêxistinî û terorê de 211 jê mûwezef derheqê 300 leşkerên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) de biryara binçavkirinê deranî.
Li gor agahiyan, tîmê Midûriyeta Ewlehî di operasyonê de heta niha ji 300 leşkerî 150 jê binçav kirin. Leşkerên binçavkirî ji bo Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê hatin veguhestin.
Hêjayî gotinê ye ku duhî jî derheqê zêdetirî 150 leşkerên mûwezef ku bi îdîaya endamên FETO/PDYê ne biryara binçavkirinê hatibû derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin