Îran: Mafê Sûriyê heye xwe li hember êrîşan biparêze

Iran li ser sûriyeyê xwe dixe tengaviyan
کوردستان TV
100%

Îranê îro înê êrîşên Îsraîlê yên bo ser Sûriyê şermezar kir û ragihand ku mafê Sûriyê heye xwe li hember wan êrîşan biparêze.

Reutersê ji zarê berdevkê wezareta derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku Îran, êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê bi tundî şermezar dike. Bêdengiya civata navnetewî, cesaret dide êrîşkariya Îsraîlê. Qasimî herwiha diyar kiriye ku mafê Sûriyeyê jî heye xwe li hember wan êrîşan biparêze.

Îsraîlê ragihandibû ku wê êrîş bir ser hemî binsaziyên Îranê li Sûriyê, piştî ku hêzên Îranî cara yekê roket avêtibûn nav axa Îsraîlê.

Tehran û hevalbendên wê yên Şîa piştevanîya serokê Sûrî Beşar Esad dikin û Îran ji şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve red dike ku Îsraîlê nas bike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.