3 welatiyên Amerîkayê ku li Kore ya Bakûr zîndanî bûn, bi têkiliyên dîplomatîk hatin berdan. Wezîrê Amerîkayê Mike Pompeo di seredana xwe ya Kore de, mijarê bi serokê Koreyê re, bi Kim re axifî û her sê zîndanî hatin berdan. Her sê zîndanî bi Pompeo re bi balafirê gihan welatê xwe Amerîka.
Serokê Amerîkayê Donald Trump welatiyên xwe yên li Koreyê girtî, li devê derê balafirê paşîwazî kir. Li nav derê balafirê Trump hem bi kêf bû hem pirsan ji girtiyan dikir. Trump ji yek ji wana pirsî: Tu yê car din herî Kore? Bersiva welatî: Dibe rojek ez herim.
Yek ji serbest berdayiyan weha axifî: “ Tewrên wan li hemberê me cuda bûn. Ez di kampên xebatê de gelek xebitîm lê dema ez nexweş ketim, tedawiya min jî ew kirin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin