Edhem Barzanî: Ew terora fîzîkî û hizirî ya li Silêmanî qebûl nakin

behsa rewşa Silêmanî dike
کوردستان TV
100%

Li silêmanî rê nayê dayîn ku hêzên ewlekarî dengê xwe bidin.

Îro li Îraq û Kurdistanê prosesa dengdana hêzên leşkerî û ewlekarî destpêkir û li Silêmanî hin alî û derdor rê nedan ku hêzên leşkerî û ewlekarî yên ku endamên Partiya demokrata Kurdistanê ne dengê xwe bidin.

Jiber vê çendê jî Serokê civata Serokatiya PDKê yê li Silêmanî, Edhem Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re ragihand ku ew weke PDKê vê tevhiya wan hewlên dijî xwe pûç bikin.

Edhem Barzanî herwiha diyar kir ku ew ji vê zêdetir ew terora hizirî û fîzîkî yaku li Silêmaniyeyê heye qebûl bikin.

Edhem Barzanî diyar kir ku ew kesên ku wisa dizanin ku bi wan hewldanên vala dikarin pêşî ji dilsozên PDKê bigirin, xelayên wan valane jiber ku ti hêzek nikare pêşî ji endam û dilsozên PDKê bigire.

Derbarê êrîş kirine ser tîma Kurdistantvê li Silêmanî jî Edhem Barzanî diyar kir ku ew kiriyara han kiriyareke tirsonokane û paşketiye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.