Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku beriya sê rojan li ser vexwandina rayedarên Rûsyeyê serdana vê welatî kiribû, piştî beşdarî kirin di roja serkeftina nîştimanî ya Rûsyeyê û civînên xwe yên li gel rayedarên Rûsyayê, îro bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, vegeriya Kurdistanê.
Biryare îro êwarê li Hewlêrê jî PDK civîneke girseyî bo propagendeya hilbijartinan lidar bixe û tê payîn ku Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî beşdariya civînê bike û gotarek jî pêşkêş bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin