Her du alî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê kirin.
Berdevkê Hikûmetê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Moskowayê civiyan. Dizeyî got, "Pûtîn ji bo gelê Kurdistanê piştgiriya xwe ragihand."
Dizeyî di beşeke din ji axaftinên xwe de got, "Roja Serfiraziyê" ya Rûsya hat encamdan û "tê de behsa pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan, her ji serdema Yekîtiya Sovyetê ve û heta niha hat kirin."
Sefîn Dizeyî diyar kir ku di civînê de herwiha ew yek jî hat gotûbêjkirin bê çawa pêwendiyên Moskowa û Hewlêrê di warên siyasî û aborî de werin bihêztirkirin."
Serokê Rûsya Vladimîr Putîn di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de teqez kir, ku "piştgiriya bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê dike."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin