Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Wezîrê Dere Mike Pompe ber bi Koreya Bakur bi rê ketiye.
Trump dema ser vekişîna ji peymana navokî ya bi Îranê axifî, derbarê Koreya Bakur jî peyivî.
Trump da zanîn ku Pompeo amadekarîyên hevdîtina wî û Kim Jong Un çûye Koreya Bakur.
Trump got: Ez hêvî dikim em li hev bikin û bi alîkarîya Çîn, Koreya Başûr û Japonya, herkes bo siberojê aştî û ewlekarîyeke mezin biafirîne.
Trump da zanîn ku cîhê hevdîtina bi serokê Koreya Bakur re dîyar bûye, lê cîh û dema hevdîtinê hîn nehatiye eşkere kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin