Bo hilbijartinên Kurdistanê amadekariyên hevce hatine kirin

komîsyona hilbijartinan amadekariyên pêwîst kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Komîsyona Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, li gel Serokatiya parlamentoyê û hikûmetê civiyane û hemû amadakarî jî bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatine kirin.

Serokê Komîsyona Helbijartin û Rapirsiyê li herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed diyar kir ku amadekariyên temam bo encamdana helbijartina dema pêncem a parlamentoya Kurdistanê hatine kirin.’’

Mihemed got:  5 meh li pêş komîsyonê heye û di vê heyamê de hûrgiliyên çawaniya rêveçûna proseyê emê ronî bikin.

Herwaha ragehand li ser rêveçûna helbijartinê berê civîn li gel serokatiya parlamentoyê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêkanîne.

Derbarê neronîbûna tomarên dengdêran ku berê beşek aliyan wek bahaneya rêveçûna helbijartinê bikartanîn jî serokê komîsyonê ragehand, ‘’Tomara dengdêran hatiye rêkxistin û hatiye paqij kirin.’’

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 30ê Îlonê wek roja pêkanîna helbijartinên parlamentoyê  li herêma Kurdistanê diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.