Nikol Pashinyan bû Serokwezîrê Ermenistanê

li parlementoyê jî piraniya dengan bidest anî
کوردستان TV
100%

Nikol Pashinyan, ku li Ermenistanê pêşengiya protestoyan dikir, ji aliyê parlamentoyê ve wek Serokwezîr hat hilbijartin.

Ji 105 parlamenterên Ermenistanê, 59 parlamenter piştgirî dan Serokwezîriya Pashinyan.

Endamên parlamentoyê di dengdana hefteya borî de Pashinyan hilnebijartibû.

Pashinyan berî axaftina dengdanê dîyar kiribû ku Ermenistan divê êdî ‘’rûpelên nefretê’’ bigire û banga yekîtiya neteweyî kiribû.

Partiya Komarî ku ji 1999’an vir ve li desthilatê ye, li parlamentoyê xwediyê 58 kursî ye.

Tifaqa Derketinê ya bi pêşengîya Pashinyan xwedîyê 9 kursî ye, lê li derveyî parlamentoyê bo piştgiriyeke xurt ji wî re heye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.