Mustafa Sonmez: Manîfestoya Erdogan lixwemikurhatina têkçûnê ye

behsa hebûna qirîzeke dijwar ya abûrî tê kirin
کوردستان TV
100%

Aborîzan Sonmez manîfestoya hilbijartinê ya Erdogan weke ‘lixwemikurhatina têkçûnê' bi nav kir û got, "Ji bilî 25 ji sedê hilbijêrên ku îman bi Erdogan anîne yên din baweriyê bi vê manîfestoyê nayînin."

Aborîzan Mustafa Sonmez manîfestoya hilbijartinê ya Erdoganî ku li Kongreya partiya xwe ya Stenbolê aşkere kiribû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandiye:

Sonmez destnîşan kir ku ji bilî weidên aborî pê ve tiştekî ku bide hilbijêran tune ye, "Hewil dide hindek projeyên ku dest pê kiriye û neqedandiye bifiroşe. Titên ku di manîfestoyê de bilêv dike tekane tiştê ku di destê wî de maye. Ji aliyekî ve sond dixwe ku dê enflasyona ku ji sedî gihaştiye sedî, bê kariya zêde, hilawesana bilind hel bike, ji aliyê din ve amajê dike ku projeyên ku nîvçe mane û temam nekiriye, temam bike."

Sonmez dide zanîn ku 15 sal e tena serê xwe desthilat e û hêj ev veid bicih neanîne, "Piştî 15 salan eger hûn hêj behsa engflasyona zêde, helawesan û bê kariyê bikin, tê wê wateyê ku hûn li xwe mikûr tên ku hûn têkçûne. Yanî hûn dibêjin ‘me nekarî vana pêk bînin. Careke din erkê bidine û ez dê careke din hewil bidim van pêk bînim."

Sonmez teqez kir ku ev malzemeyên Erdoganî dê tu encamê ji jê re neyîne, "Dema ku dovîz buha dibe, amûrên îtxal tên; enerjiya îtxan, mekîneyên îtxal, buhayên hemû techîzatan zêde dibe. Û ev bandora xwe li mqalîyetan dike. Dema wisa dibe hilberînêr jî ji neçarî nirxên tiştan zêde dikin. D irewşeke wiha de sermayedar û welatî ji dêvla pereyên tirkî dovîzê dikirin. Pêbaweriya bi vê hikûmetê nema ye û ne pêkan e ku van ji nûv de vesaz bike. Lewra em dikarin bibêjin ku AKPê dema xwe tije kiriye."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.