HDPê tifaqa bi HUDA-PARê re red kir

HDPê bersifeke nerênî da Hudaparê
کوردستان TV
100%

Hevdîtinên HDP û HUDA-PARê bi dawî bûn û HDPê biryara xwe da. HDPê teklîfa HUDA-PARê red kir.

Di nava hefteyê de Tifaqa Kurdistanî û HUDA-PARê ji bo tifaqê teklîf ji HDPê re biribûn. HDPê jî gotibû ku em ê bi erkdarên xwe re bişêwirin. Piştî vê geşedanê Hevserokê HDPê Sezai Temelli gotibû ku tifaqa bi HUDA-PARê ji bo me, ne mimkun e. Êdî îro HDPê biryara xwe da û wiha got: Niha gelê ku rayên xwe didin me, ji bo vê tifaqê, ne amade ye. Ji ber vê yekê em bi HUDA-PARê re tifaqê nakin.

Ji bo tifaqa Kurdistanî jî HDPê hê biryara xwe nedaye. Heke li hev bikin endamên Tifaqa Kurdistanî wê di lîsteya HDPê de têkevine hilbijartinê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.