Raportên dawî diyar dikin ku Amerîka karwaneke din a çekan ji hêzên kurdî yên YPGê re şandiye, hêzên frensî li Serê Kaniyê jî hene û herwiha Amerîkayê piştî rojhilatê Dêra Zorê, baregehek li Hesekê jî ava kiriye.
Tora Menar TVyê ya libnanî ragihand ku Amerîkayê karwaneke din a çek û cebilxaneyê şand baregehên şervanên kurd ên li Til Beydera navbera Qamişlo Û Til Temirê ya li bakurê Hesekê.
Berî çend rojan Sputnikê wêneyek bi dest xistibû ku hinek navgîn li herêma çemê Sacûrê yê Minbicê nobetê girtin ku li ser hinekan ji wan, alaya Fransayê xuya dike û herwiha dixuyê ku leşkerên frensî jî nobetê digirtin.
Herwiha Menarê hinek raport teqez kirin ku dibêjin, sê navgînên leşkerî yên bi alaya Fransayê ketine baregeha şervanên kurd a li Eliyayê ya başûrê Serê Kaniyê.
Televizyona libnanî ragihand ku hinek çavkaniyan dîtiye ku navgînên amerîkî yên bizirx jî ber bi Şedadê ve diçin.
Malpera Murasîlûn jî ya erebî jî ragihand ku berovajî îdîayên Trumpî ku dê ji Sûriyeyê vekişe, Amerîkayê baregeheke leşkerî li Hesekê ava kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin