Ilhan Ehmed: Emê Efrînê rizgar bikin

dibêje bi rêyên siyasî efrînê rizgar dikin
کوردستان TV
100%

Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed, di gotarekê de li bajarê Amûdê ragihand, ewê ji bo rizgarkirina Efrînê çend awayên nû bikar bînin û bijardeyên wan yên herî giring di vê demê de, wê bi riyên siyasî û yasayî bin.

Ilham Ehmed bang li tevahiya gelê Sûryê kir, ku li dijî Tirkiyê derkeve û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku bizavên guhertina demografî ji aliyê Tirkiyê ve li Efrînê rawestîne.

Herwiha Ehmed diyar kir, ku ewê hemû bizavên xwe bikin, daku ew tawanên hêzên Tirkiyê li Efrînê encam dane, derbasî dadgehên navdewletî bikin.

Di 20ê Çileya Îsal de, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî du mehan, di roja 18ê Adarê de, Artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê û gendewarên wî bajarî bi temamî kontirol kir.

Di dawîn daxuyaniyên xwe de derbarê Efrînê, serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ku heya aramî û ewlehî li Efrînê peyda nebin, welatê wî hêzên xwe ji Efrînê nakişîne.

Herwiha Erdogan ragihand, ku niha ew bizavan dikin her yek ji Til Rifet û Minbicê jî kontirol bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.