Balafirên Iraqê dîsa li sûriyeyê êrîşî ser DIŞIê kirin

balefirên Îraqê dîsan li Sûriyeyê li DIŞIê dan
کوردستان TV
100%

Navenda Ragehandina nivîsingiha Serokwezîrê Iraqê ragehand ku, Balafirên leşkerî yên Iraqê navendeke serkirdeyên DIŞIê li başûrê El-Dişîşiyê li nav xaka Sûriyê kirin armanc.

Navenda Ragehandina nivîsingiha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya fermî ragehand ku, bi fermana Serokwezîrê û fermandeyê giştî yên Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî Hêzên esmanî operasyonek li dijî serkirdeyên DIŞIê li başûrê El-Dişîşiyê li nav xaka Sûriyê pêkanîn.

Berî niha jî balafirên Iraqê civîneke serkirdeyên DIŞIê li nava xaka Sûriyê kiribû armanc di encam de li gor daxuyaniya navenda ragehandinê 36 çekdar hatibûn kuştin, di nav wan de serkirde hebûn.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.