Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê kir.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê John Wilkes û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Konsulusê Brîtayayê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû behsa rewşa siyasî ya deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên parlementoya Îraqê û pêngavên ku piştî diyar kirina encamên hilbijartinan tên avêtin hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî hevdem li gel rave kirina pêngavên dawî yên ku bo pêşeroja siyasiya Îraqê û pêk anîna hikûmeteke hevbeş ya rastîn tên avêtin, hilbijartinên han bi hilbijartinên çarenivîssaz wesif kir û ragihand ku piştî hilbijartinan hewl didin daku bi hevpeymaniyeke yekgirtî û bi yekhelwestî biçin Bexdayê.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku Kurdistan li ser esasê girêdayî bûn bi destûr û cîhbicîh kirina tevahiya xalên destûrê weke yek pakêc di destpêkê de cîhbicîh kirina madeya 140 ya tybet bi deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê, nêzîkî bernameya siyasî ya aliyên din yên Îraqê dibe.
Mesrûr Barzanî derbarê mafên xelkê Kudistanê de jî behsa madeya 132 ya destûra Îraqê yaku taybete bi qerebû kirina ew kesên ku li serdema rejîma Besê de rastî zirarê hatine kir û got: Hikûmeta Îraqê berpirsiyare li hember qerebû kirina tevahiya wan aliyên ku rastî zirarê htine.
Di beşeke din ya civîna han de balyozê Brîtanyayê jî diyar kir ku Brîtanya piştgîriya mafên destûrî yên Kurdistanê dike û herwiha hevkar dibin bo ku Kurdistan di warê abûrî, darayî û awedan kirinê de pêşkeftinên berçav bidest bixe û got: Brîtanya piştgîriya hikûmeteke hevbeş dike ku tevahiya pêkhateyên Îraqê li xwe bigire.
Giftûgo kirin li dor rol, maf û şayisteyên darayî yên hêzên pêşmerge, êrîşên terorîstan li çend deverên Îraqê, mijarên din yên vê civînê bûn ku her du alî di wan mijaran de jî nêrînên xwe anîn ziman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin