Fransa: Em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişin

franse jî hijmareke zêde leşker li Sûriyeyê bicîh kiriye
کوردستان TV
100%

Serfermandarê Artêşa Fransayê François Lecointre da xuyakirin, ku hêzên welatê wî ji Sûriyê venakşin û got, ku eger şerê DIŞIê bidawî bibe jî dê li hêviya biryara siyasî ya Parîsê dimînin.

Serfermandarê Artêşa Fransayê François Lecointre diyar kir, ku niha Fransa kar dike ku terorê li Sûriyê nehêle û destnişan kir, “Bi taybetî li ser sînorê Sûriyê û Iraqê firokeyên şer û hêzên bejahî û hêzên taybet yên Fransayê beşdarî şer dibin.”

François Lecointre anî ziman, ku hêzên wan bi hêzên Amerîkayê re li nav Sûriyê dimînin û got: “Ez bawer nakim beriya şerê li dijî DIŞIê bidawî bibe Amerîka jî hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne.”

Firokeyên şer ên Fransayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de li Sûriyê yekemîn car di sala 2015ê de pêgehên DIŞIê bombebaran kiribûn. 

Di sala 2016ê de Fransayê eşkere kiribû, ku hêzên wan ên taybet jî li Sûriyê beşdarî şerê li dijî DIŞIê dibin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.