Teqîn pêk hatiye û 7 kesên din jî birîndarin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyeke vedayî teqiya û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyan teqîn li nêzîkî Pira Spî ya li ber zibildanekê ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Hesekê çê bûye.
Li gorî zanyariyên destpêkê di encama vê teqînê de 3 zarok şehîd bûne û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Ajnasa fermî ya nûçayan a Sûriyê SANA jî ji zarê peyamnêrê xwe yê li Hesekê ragihandiye, ku “mayînek ku ji paşmayiyên terorîstên DIŞIê bûye û li derdora cihekê valakirina zibil, ku dikeve nêzîkî taxa Neşweya Rojava û li ser rêya Spî (Ebyez)-Çiyayê Ebdulezîz, teqiyaye û di dema teqînê de çend zarok li wê derê bûne.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin