Protestoyên li Ermenistanê jinûve destpê kirin

rewşa vê welatî gelek aloz bûye
کوردستان TV
100%

Li Ermenistanê alîgirên rikeberiyê jinûve dest bi protestoyan kirin.

Rêberê rikeberiyê Nîkol Paşînyan, ku piştgirîya Partiya Komarî ya li desthilatê nestandibû û bo serokweziriyê nehatibû hilbijartin, do Sêşemê banga greva giştî kiribû.

Xwepêşandaneran li Yerevan ya paytaxta Ermenistanê rê girtin û ketina hindurê firîngehê jî hatiye asteng kirin.

AFP'ê da zanîn ku li Yerevanê gelek dikan jî girtî ne.

Paşînyan dide zanîn ku partiya li desthilatê dijî gelê Ermenistanê şer ragihandiye.

Paşînyan ji Reuters'ê re got ku ew hêza xwe ji gel distînin û ewê grev û berxwedana xwe bidomînin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.