Kurdên Libnanê ji bo hilbijartinên giştî yên wî welatî amadehiya beşdarbûnê dikin û ji bo wan hilbijartinan îsal kurdeke jin a bi navê Hennan Osman wekî namzed nîşan daye. Hennan Osman got, "Kurd li vir bi awayekî hiqûqî nayên temsîlkirin."
Li gorî nûçeyeke BBC Persianê kurdên li Libnanên ji bo beşdarbûna hilbijartinên li Libnanê amadehiyê dikin. Hat diyarkirin ku li Libnanên bi tevahî 120 hezar kurd hene û ji bo li Parlamentoya Libnanê bibin xwedî kursî, namzedeke jin a bi navê Hennan Osman ji xwe re diyar kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li Parlamentoya Libnanê bi tevahî 128 kursî hene û kurd li wê parlamentoyê wekî neteweyên kêmar ên wekî Ermenî û Asûriyan li ser nasnameya xwe neteweyî nayên temsîlkirin û tenê wekî beşeke mezheba sunne li parlamentoyê nûnertiya wan tê kirin.
Hat ragihandin ku ev cara pêşîne kurd dê li Libnanên li ser navê nasnameya xwe ya kurdî beşdarî hilbijartinan bibin û ji bo vê yekê nazmedeke jin a bi navê Hennan Osman nîşan daye. Li gorî nûçeyê Hennan Osman dibêje, "Kurd bi sed salan e li Libnanê hene lê bi awayekî hiqûqê wekî kurd nayên temsîlkirin û bi awayekî resmî kes wan nas nakin."
Hilbijartinên li Libnanên roja 6ê Gulanê, roja vê yekşemê tên lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin