Nêçîrvan Barzanî: Berjewendiyên hevbeş ên Kurdistan û Îranê hene

barzanî behsa girîngiy atêkiliyên abûrî dike
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku Îran ji bo Herêma Kurdistanê cîraneke pir giring e û got, ku ew dixwazin peywendiyên aborî yên di navbera herdu aliyan de bigihin asteke stratejîk.  

Îro li Hola Şehîd Seid Ebdulah a paytext Hewlêrê Konfransa Pêşxistina Pêwendiyên Aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê birêve diçe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansê de gotarek pêşkeş kir û diyar kir, ku ji gelek aliyan ve berjewendiyên hevbeş ên Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê hene û pêwîstiya wan bi hevkariya hevbeş jî heye.

Barzanî got: “Îran giringiyeke mezin dide peywendiyên aborî û bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê. Lewma giringiyê dide vê konferansê. Piştgiriyê dide hemû kar û çalakiyên ku armanca wan pêşxistin û geşedana peywendiyên aborî û bazirganî yên li gel Komara Îslamî ya Îranê ne. Di vî warî de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî hewl daye peywendiyên xwe yên aborû bazirganî yên li gel Îranê berfireh bike, pêşve bibe û pir alî bike.”

Serokwezîr behsa qebareya alogora bazirganî ya salane ya di navbera Herêma Kurdistan û Îranê jî kir û ragihand: “Qebareya salane ya alogora bazirganî ya di navbera Kurdistan û Îranê de digihe 6 nîv milyar dolaran. Ev jî %25ê giştî yê hawirdeya Herêma Kurdistanê ye. Ev yek ji bilî firokexane û herwiha parêzgehên xwarê yên Iraqê ye.”

Nêçîrvan Barzan wiha berdewam kir: “Herêma Kurdistanê % 67ê hawirdeya otobîlan ji sînorên Îranê ve encam dide. Herwiha 359 kompanyayên Îranî li Herêma Kurdistanê kar dikin, ku piraniya wan di warê bazirganî de çalak in û kar dikin. Ji bilî vê 135 kargehên Îranî li Herêma Kurdistanê hene, ku di warên cihereng de bi sedan derfetên kar ava kirine.

Bi giştî kar û çalakiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Îranê ji hersê deriyên sînor ên navdewletî Perwîzxan, Hacî Omran û Başmaxê ve tên kirin. Herwiha 5 deriyên nîv fermî jî hene, ku em hewl didin çend ji wan deriyan bikin ên navdewletî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldaneke cidî daye û kar dike di çarçoveya pêşxistina peywendiyên eborî yên li gel Komara Îslamî ya Îranê , li Deriyê Perwêzxan navçeyeke azad a bazirganiyê saz bike. Ji bo vê armancê hikûmetê hinek gavên praktîkî avêtine û ji bo vê navçeyê cîh dabîn kiriye. Lê bi tevê hikûmeta Iraqê divê hersê alî ji bo temamkirina vê navçeyê zêdetir kar bikin. Hêvîdar in ev konferans bibe alîkar da ku ev proje bikeve warê cîbicîkirinê.”

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku pirsgirêkên li ser deriyên sînor bi guftûgoyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de hatine çareserkirin û destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirên din jî danûstandin berdewam dikin.

“Ev yek jî dibe hevkar û palpişteke din ji bo berfirehkirin û pêşveçûna peywendiyên aborî û bazirganî ya Herêma Kurdistan û Iraqê ya li gel Îranê. Li ser bingeha destûrê birêxistina kar û çalakiyên bazirganî yên di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, dibe hander ji bo bazirgan, xwedan kar û karsazan da ku li gel Îranê derfeteke baştir alogora bazirganiyê bidest bixin. Herwiha qebareya alogora bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraqê û Îranê de zêdetir bibe. Ev yek jî armanca me ya serekî ye û em bi berdewamî li ser vê bi cîdî kar dikin. ”

Serokwezîr bang li karsaz, bazirgan û veberhênerên Îranî û yên Herêma Kurdistanê kir ku danûstandina aborî û projeyên hevpar di navbera xwe de zêdetir bikin. Herwiha diyar kir, ku ji bo vê yekê dê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû piştgirî û karasaniyê bike.

Di berdewama axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî balkişande ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de û wiha pêde çû:

“Gel û Komara Îslamî ya Îranê dostên dêrîn ên gelê Kurdistanê ne. Di rojên teng de Îranê deriyên xwe ji bo penaberên Kurdistanê vekir. Herwiha di şerê DAIŞê de alîkarî pêşkeşî Herêma Kurdistanê kir, ku hertim hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê vê yekê bi rêz û hêja dibîne. Gelê Kurdistanê wan rojan ji bîr nake û hertim bi çavê rêz û qedr li peywendiyên li gel Îranê dinere.

Îran ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cîraneke giring e. Di gelek waran de derfetê kar, bazirganî û hemehangiyê li gel Îranê heye. Lewma çavê me li wê yekê ye, ku herdem peywendiyên me yên li gel hev baş bin. Herwiha bi taybetî em dixwazin peywendiyên bazirgan û aborî demdirêj û stratejîk bin.

Bi taybetî di warê çandinî û pîşesazî de pêwîstiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi pispor û ezmûnên serkeftî yên Îranê heye. Em ji bo vê yekê jî kar dikin da ku bikarin di vî warî de hêsankariyan bikin.”

Konfransa Pêşxistina Pêwendiyên Aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, Wezîrê Pilandana Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Îranê Mihemed Şerîetmedarî, Nûnerê Serokomarê Îranê ji bo geşepêdana pevguhertinên bazirganiyê di navbera Îran û Iraqê Hesen Danayîfer, Balyozê Iranê li Iraqê Îrec Mescidî û Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Iraqê Mihemed Sûdanî jî amade ne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.