Serkirdeyekî PYDê di teqîna mayînekê de hat kuştin

mîn di nava baxça mala vî de hatibû danîn
کوردستان TV
100%

Endamê Encûmena Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Xalid Kûtî di encama teqîna mayîneke çandî de hat kuştin.

Hat ragehandin ku, Endamê Encûmena Giştî yê PYDê dema di nav bexçeyê mala xwe li nahiya Ên Îsa de digeriya pêl mayînekê kir, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da.

Xalid Kûtî ji xelkê gundê Tenhûze ya ser bi bajarê Girê Spî ve ye û Endamê Encûmena Giştî ya PYDê ye. 

Di 15ê Adara borî de jî Serkirdeyê PYDê Omer Elûş li bajarê Girê Spî li beramber mala xwe hat kuştin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.